​​​​​​​Desteya Tenduristiyê dê navendeke şûştina gurçikan li Qamişloyê veke

Desteya Tenduristiyê li Bakur û Rojhilatê Sûriyê, bi hevkariya Desteya Tenduristiyê li herêma Cizîrê amadekariyên vekirina navenda şûştina gurçikan li bajarê Qamişloyê dike.

Di derbarê de Hevserokê Desteya Tenduristiyê ya Bakur û Rojhilatê Sûriyê, Ciwan Mistefa anî ziman ”

“Desteya Tenduristiyê ya bi hemû derfetên xwe dixebite da ku pêwîstiyên tenduristiyê ji bo gelên herêmê peyda bike.

Rêjeyek mezin a nexweşiyên kronîk hene ku pêdivî ye ku nexweş bi domdar serdana nexweşxaneyê heye, di nav de nexweşên gurçikan jî , ji ber ku nexweş hewceyê ku heftê du caran gurçikên xwe bişon.

Di navenda şûştina gurçikan de, dê bijîşk û hemşîreyên pispor û alavên pêşketî wê hebin.

Lê nexweşiya gurçikan zehmetiya tunebûna navend û alavên pêwîst ên ji bo şûştina gurçikan dikişînin.”

Tê payîn ku ev navend di dawiya meha Tebaxê ya îsal de bi awayekî fermî dê were vekirin.

Ciwan mistefa bi bîr xist ku vekirina nexweşxaneya Gurçikan wê barê şêniyan di warê tenduristî û madî de sivik bike.

Back to top button