Cîgirê Hevserokatiya Meclisa Rêveber a Rêveberiya Xweser a Bakur û Rojhilatê Sûriyê Jozêf Lehdo bang li civaka navneteweyî kir ku Rêveberiya Xweser a li Bakur û Rojhilatê Sûriyê nas bike.
Di dirêjahiya 10 salên borî de, aloziya Sûriyê sal li pey sal kûrtir dibe bêyî ku tu çareserî werin dîtin.
Cîgirê Hevserokatiya Meclisa Rêveber a Rêveberiya Xweser a Bakur û Rojhilatê Sûriyê Jozêf Lehdo di derbarê mijarê de axivî.
Jozêf Lehdo nêzîkatiyên hikumeta Şamê ya neqebûlkirina diyalogan rexne kirin û da zanîn ” sedema dirêjbûna temanê aloziyê serhişkiya hikumeta Şamê ye ku diyalogan bi aliyên din ên Sûrî re red dike.”
Lehdo wiha pê de çû: ” Lê Pirojeya Rêveberiya Xweser pêşniyaran ji bo çareserkirina aloziya Sûriyê pêşkêş dike.
Pêşniyarên wê jî girêdayî rêveberiyeke demokratîk, nenavendî ku edalet û wekhevî di navbera hemû pêkhateyan de pêk bîne.
Jozêf Lehdo: Divê îtîraf bi neteweyên li Sûriyê were kirin
Cizûf Lehdo got:
”Pêwîste itîraf bi hemû gelê neteweyên li Sûriyê were kirin, ji ber ku Sûriye pêkhateyek cihêreng a netewe û ola ye.
Ji bo ku Komara Sûriyê were avakirin da ku mafên hemû pêkhateyan misoger bike û xak û gelê Sûriyê were parastin. ”
Lehdo balkişand li ser hewlestên Rêveberiya Xweser da ku pêkhate paşguh û înkar ne kiriye, her wiha mafên hemû pêkhateyan ên olî, çand, perwerde û ziman jî misoger kiriye.
Cîgirê Hevserokatiya Meclisa Rêveber a Rêveberiya Xweser a Bakur û Rojhilatê Sûriyê Jozêf Lehdo bang li civaka navneteweyî kir ku Rêveberiya Xweser nas bike û wekî çareseriya yekane ji aloziya Sûriyê re bi nav kir.