Bi sedan şêniyên Dêrikê sersaxî dan malbata şehîd Ronî Dêrik

Bi sedan welatiyên Dêrikê, Girkê Legê û Çilaxa sersaxî ji malbata şehîd Ronî Dêrik ku di berxwedana li hemberî dewleta Tirk da dagirker de li Herêmên Parastinê yên Medyayê, şehîd bû, xwestin.

Îro bi sedan şêniyên navçeyên Dêrik, Girkê Legê û Çilaxayê tev li merasîma sersaxiyê ya şehîd Mihemed Îbrahîm (Ronî Dêrik) bûn.

Merasîm deqeyek bi rêzgirtin destpê kir, piştre bi navê Meclisa Malbatên Şehîdan Ibrahîm Osman Mihemed, Kongreya Star a Girkê Legê Esma Murad û bavê şehîd Ronî Dêrik Şefîq Îbrahîm axivîn.

Kesên axivî diyar kirin ku ew ê her tim piştgiriya berxwedana gerîla ya li hemberî êrişên dewleta Tirk a dagirker bikin.

Di dawiyê de Meclisa Malbatên Şehîdan a Dêrikê wesîqeya şehadeta şehîd Ronî Dêrik radestî malbata wî kir.

Back to top button