Tirkiye ku hîna ji şewata daristanan xelas nebûyî, vê carê bi lehiyê re rûbirû maye.
Li herêma Derya Reş lêhiyê jiyan tevizand.
Di encamê de, 5 kesan jiyana xwe ji dest dan û bi dehan mal jî di bin avê de man.
Doh li herêmên Derya Reş baranek zêde bariya.
Piştre ji ber barana dewam li çend bajarên Samsun, Karabuk, Bartin, Sînop û Kastamonu lehî rabû.
Lehiyê çendîn otomobîl û kelûpelên din li ber xwe birin û zerareke zêde gihand gelek xanî û avahiyan.
Tîmên AFAD’ê li çend cihên lehiyê amade bûn û hejmarek welatî rizgarkirin.
Li gor daxuyaniyeke Serokatiya Rêveberiya Rewşa Awarte ya Lezgîn û Afetê (AFAD), di lehiya li Kastamonuyê de 4 kesa jiyana xwe ji dest da.
AFAD’ê diyar kir ku jimarek kes wenda ne û xebatên lêgerînê ji bo wan dewam e.
Her doh li parêzgeha Sînopê, nexweşxaneyek ji ber metirsiya lehiyê hat valakirin.
Li Samsunê jî baraneke zêde bariya û piştre li çend cihan lehî rabû.
Herî zêde zerar gehişte bajarokê Bafra ya Samsunê û beşek rêyên wê hatin girtin.
Her wiha ziyan gehişt parêzgehên Karabuk, Bartin û Kastamonuyê.
Ji ber lehiyê li çend cihên wan her pênc bajaran erd qelişî û çend rêyên serekî jî bo çûn û hatinê hatin girtin.