Gerînendetiya Giştî ya Avê a Hesekê piştî sererastkirina stasyona 47’an dest bi kişandina avê kir. Tê payîn vê êvarê av bigihîje stasyona Ezîziyê ya Hesekê.
Endamê rêveber ê stasyona 47’an Silêman Xelîl, diyar kir ku Stasyona 47’an nuqteya di navbera projeya kişandina avê ji Firatê û stasyona Ezîziyê ya Hesekê de ye.
Proje ji stasyona Siwer û Elwe dest pê dike û ber bi stasyona 47’an ve diçe.
Xelîl anî ziman ku vê êvarê dê 15 hezar metrekab av bigihîje stasyona Ezîziyê ya Hesekê, dûvre were parzûnkirin û bigihîje tevahî taxên Hesekê.
Ev miqdar, ji sedî 20 pêdiviyên bajêr dabîn dike.
Hevserokê Meclisa Herêma Başûrê Husam El-Elî jî got:
Ji hêla şêniyên li navçeyên Siwer û Mergede ve gelek astengî li pêş projeyê çêbûn û vê jî hişt proje heta niha bimîne.
Meclisên herêmê bi hevkariya desteya şaredariyan û Hêzên Ewlekariya Hundirîn dest bi hemleyekê kir û ev astengî di 10 rojan de çareser kirin.