Tirs û fikarên gelê Afgan ne xema hêzên berpirsiyar e

Her tişt di nava 10 rojan de bi encam bû.
20 sal piştî destwerdana Amerîka û NATO ya di bin navê avakirina wekhevî û demokrasiyê de, Afganistan careke din radestî Talîbanê hate kirin.
Û di serî de jin, tirs û fikara mezin a ketî nava dilê gelê Afgan, ne xema aliyên berpirsiyar e.
Vê gavê tenê derdê wan ew e ku çawa pêşî li pêla koçberiyê bigrin.

Piştî êrişa li dijî navendên Bazriganiya Cîhanî û Biryargeha Pentagonê, Amerîka bêyî ku guh bide biryarên Neteweyên Yekbûyî, di bin navê şerê li dijî El Qaîdê, ket Afganîstanê.

Û bi nêzîkbûna salvegera 20’an a vê destwerdanê, dîsa heman Amerîka gelê Afgan bi tena xwe hişt û ew radestî Tevgera Talîbanê kir..

Her çendî Waşîngton û hevkarê wê yên NATO’yê dizanîbûn ku ev destwerdan wê rê li ber encameke kambax veke jî, lê jiyana bi mîlyonan kesî kirin qurbanê berjwendiyên xwe.

Hema bêjin rojan destgehên ragihandina van welatan dibêjin ku, bi hatina Talîbanê re êdî ti misogeriya jiyana jin û derdorên muxalif ne ewle ye..

Lê li şûna ku tedbîr li hemberî vê metirsiyê werin girtin, niha beşek ji welatên cîhanê ketine pey hewldana naskirina Talîbanê..

Weke beşek ji lihevkirina veşartî jî, Talîban piştî ket paytextê, îdîa kir ku ew ê efûyeke giştî ragihîne û tolê ji ti kesî negire..

Lê ji niha ve encamên derketin holê berovajî van îdîayan in.

Lewma çawa ku di şerê 20 salên dawî de zerara herî mezin li gel hate kirin, niha jî heman tişt dubare dibe..

Herî dawî Neteweyên Yekbûyî eşkere kir ku çekdarên Talîbanê piştî kontrolkirina paytext Kabulê, dest bi nêçîra mirovan kirin..

Li gorî rapora hatî eşkerekirin, her kesê ku di hukûmeta Afgan û saziyên NATO’yê re kar kiribe, di hefdefa Talîbanan de ye..

Derket holê ku di çarçoveya biryara tevgerê de li gelek herêma çekdar mal bi mal li wan kesan digerin..

Her wiha gefê dixwin ku eger ew karmend xwe teslîm nekin wê malbatên wan bêne girtin..

Li aliyê din di serî de Amerîka û NATO, hêzên ji rewşê berpirsiyar niha ketine pey derdê çareserkirina rewşa welatiyan..

Ji bo wan jî a herî girîng ew e ku pêla koçberiya ber bi welatên wan ve were astengkirin..

Li gorî daneyên NATO’yê heta niha tenê ji balafirgeha Kabûlê, 18 hezar welatî hatine veguhestin..

Ji bo ev yek were astengkirin jî Talîban hewl dide kontrola balafirgehê bi temamî bixe destên xwe..

Û eger ev yek pêk were metirsiya li ser jiyana bi sedan hezaran kesî zêde dibe..

Di vê navberê de tevî gefan jî beşek ji welatiyên nava Afganistanê dest bi xwepêşandanên li dijî Talîbanê kirin..

Doh li paytext Kabulê di salvegera serxwebûna Afganistanê de bi sedan kes li dijî Talîbanê meşiyan..

Welatiyên dengê xwe li dijî serweriya Talîbanê bilind kirin anî ziman ku, êdî ew naxwazin vegerin qonaxa beriya 20 salan.

Back to top button