Jinên Amerîkayê peyama piştevaniya bi RJAK’ê re dan

Partiya Feminist û Sosyalist a Amerîka û Awsturalya revandina sê jinên siyasetmendarên endamên RJAK’ê ji aliyê PDK’ê ve, şermezar kirin.

Partiya Feminist û Sosyalist a Amerîka û Awsturalya piştgiriya xwe ji bo RJAK’ê nîşan da û sê jinên siyasetmendarên endamên RJAK’ê ku ji aliyê PDK’ê ve hatine revandin şermezar kirin.

Di derbarê berdana sê endamên RJAK’ê ku di 5’ê Tebaxê de dema ji aliyê hêzên PDK’ê ve hatin revandin de û heya niha tu agahî ji wan nayê girtin, daxuyanî dan.

Di daxuyaniyê de hat gotin:

Em weke Partiya Femînist a Sosyalist kirinên ku desthilata Başûr li ser jinan pêktînin şermezar dikin.

Nêçîrvan Barzanî weke Serokê Başûrê Kurdistanê li beramberî tendirustî û ewlehiya jin û hemwelatiyan berpirse.

Jinan di dawiyê de daxwaza berdana sê endamên Rêxistinan Jinên Azadiya Kurdistanê (RJAK) ê kirin.

Back to top button