HPG’ê: Gerîllayên YJA-STAR’ê bi çekên giran li artêşa dagirker dan

Navenda Ragihandinê ya HPG’ê eşkere kir ku gerîllayên jin li herêma Metînayê bi çekên giran li navendên artêşa Tirk dan..
Li aliyê din hat ragihandin ku êrişên bi teqemeniyê ên li dijî tûnelên şer li herêmê jî, dewam dike.

Navenda Ragihandin û Çapemeniyê ya HPG’ê têkildarî encama şer û êrişên 24 saetên dawî yên li Herêmên Parastinê yên Medyayê daxuyaniyekê da..

Li gorî vê,

Di çarçoveya Pêngava Cenga Xabûrê de:

21’ê Tebaxê berê êvarê gerîllayên YJA-STAR’ê li devera Girê Kato a girêdayê Metînayê bi çekên giran li navend û çeperên artêşa Tirk dan..

Di encamê hedefên artêşa Tirk darb xwarin..

Navenda Ragihandê ya HPG’ê diyar kir ku artêşa Tirk demên dawî li herêma Metînayê erd û zeviyên gundiyan topbaran dike..

Têkildarî tevgera leşkerî ya li herêmên Avaşîn û Zapê jî Navenda Ragihandinê ev agahî dan:

21’ê Tebaxê êvarê li herêmên Mervanos, Banîsta û Tabûra Ereba tevgera zêde ya helîkopterên şer çêbû.

Heman rojê, artêşa Tirk bi teqemeniyan li herêma Girê Sor êrişî tûnelên şer kir..

Nîvê şevê jî li herêma Werxelê tûnetên şer 4 caran hatin bombebarankirin.

Li herêma Zapê jî devera binavê Tîpa T ji aliyê helîkopterên şer ve hat bombebarankirin..

Roja 22’ê Tebaxê jî berê sibê herêma Çemço ji aliyê qereqolên sînor ve hat topbarankirin..

Back to top button