HPG: Li herêma Heftenînê 5 leşkerên Tirk 2 kontra hatin kuştin

Gerîlayên Azadiyê li herêma Heftenînê derbeke giran li artêşa Tirk ya dagirker dan. HPG’ê ragihan di çalakiya gerîlayên YJA Starê de 5 leşkerên Tirk yên dagirker û 2 kontra hatin kuştin û çekek bombeavêj û çepera wê jî hatin rûxandin. Hat diyar kirin artêşa Tirk a dagirker li dijî qada Werxelê ya herêma Avaşînê gazên kîmyewî bi kar anî.

Gerîlayên HPG’ê û YJA Starê rojane bi çalakiyan bersiva êrîşên artêşa Tirk ya dagirker yên li ser başûrê Kurdistanê didin.

Navenda Ragihandin û Çapemeniyê ya HPG’ê li ser êrişên dewleta Tirk û berxwedana gerîla daxuyaniyeke nivîskî weşand.

HPG’ê eşkere kir gerîlayan di çarçoveya Pêngava Şoreşgerî ya Cenga Xabûrê de li herêma Heftanînê li leşkerên Tirk yên dagirker xistin û ev agahî parve kir;

“23’ê Tebaxê li herêma Bektoryayê hêzên me yên YJA Starê ji du baskan ve bi rengekî koordîneyî li dagirkerên li Girê Kato Sûlê xistin. Di encama vê çalakiya serketî de 5 dagirker û 2 kontra hatin ceza kirin, çekek bombeavêj û çepera wê hat rûxandin.”

HPG’ê da zanîn di çarçoveya Pêngava Şoreşgerî ya Bazên Zagrosê de jî hezên gerîla li leşkerên Tirk yên dagirker dan.

Hat gotin 23’ê Tebaxê helîkopterên ku xwestin bombeyan li qadên Banista, Tabûra Ereban û a herêma Avaşînê bibarînin, bûn hedefa gerîla.

HPG’ê diyar kir heman rojê hêzên gerîla li dagirkerên ku dixwestin ber bi Qada Berxwedanê ya Girê Sor ve biçin, xistin û wiha dewam kir,

“23 û 24’ê Tebaxê artêşa Tirk a dagirker li dijî qada berxwedanê ya Werxelê gazên kîmyewî bi kar anî. Bi helîkopterên êrişê û teqemeniyan bombe li qadên berxwedanê barandin. Dagirkerên ku piştî bombebaranê xwestin bi pêş ve biçin, bi destwerdana xurt a berxwedêrên Werxelê neçar man xwe vekişin.”

Navenda Ragihandin û Çapemeniyê ya HPG’ê diyar kir liv û tevger û êrişên hewayî jî dewam dikin.

Hat gotin, 23’ê Tebaxê derdora gundên Kanî Masî ya bi ser Amediyê, qadên Koordîne, Kela Qumriyê û qadên Girê Şehîd Rizgar, Dola Bizina, Quntara Girê Kartal yên herêma Avaşînê bi helîkopteran û ji qereqolên ser sînor hatin bombebaran kirin.

HPG’ê diyar kir ji ber bombebaranê agir bi qadê ketiye û şewat hê jî dewam dike.

Back to top button