Tevgera Azadî li dijî dagirkeriya Tirkiyê ser xaka Başûrê Kurdistanê banga avakirina yekitiya netewî kir. Cîgirê Rêveberê Malbenda 1 ya YNK’ê Niyazî Hewramanî jî êrişên dewleta Tirk şermezar kirin û got: “Hikumeta Başûr reklama Tirkiyê dikin.”
Êrîşên dewleta Tirk a dagirker yên li ser xaka Başûrê Kurdistanê berdewam in.
Herî dawî duh balefirên şer ên Tirkiyê gelek gund û zeviyên çandiniyê yên navçeya Pêncwên û Şarbajêr ên Silêmaniyê bombebaran kirin û ziyanek mezin bi mal û mulkê welatiyan gihandin.
Zêdetirî 24 saet di ser van êrişan re derbas bûne, lê ne her sê serokatiyên Herêmê ne jî yên Iraqê li dijî êrişan ti helwest û daxuyaniyek nedane.
Derbarê vê bêdengiyê de Tevgera Azadî daxuyaniyek nivîskî belav kir û bêdengî şermezar kir.
Tevgera Azadî diyar ku divê were zanîn ku armanca van êrişan ew e ku çawan Efrîn dagir kirin, dixwazin bi heman awayî ji Şengalê bigre ta Behdînan û Silêmaniyê jî dagir bikin.
Tevgera Azadî got ku êdî bêdengî, derew û behaneyên vala nikare rastiya dijminahî û dagirkeran veşêrin, êdî sebra gel nemaye.
Tevgera Azadî di dawiya daxuyaniya xwe de bang li tevayî aliyan kir ku bi avakirina yekitiya netewî li dijî dagirkerên Kurdistanê rawestin.
Niyazî Hewramanî: Hikumeta Başûr reklama Tirkiyê dike
Cîgirê Rêveberiya Malbenda 1 ya YNK’ê Niyazî Hewramanî jî derbarê êrişên dewleat Tirk yên li ser Başûrê Kurdistanê ji Rojnews re axivî.
Niyazî Hewramanî êrişên dewleta Tirk şermezar kirin û diyar kir ku ya ku tê kirin, destdirêjiya ser mafê cîran e.
Hewramanî got:
“Bi çi hêcetek be, ev yek tê wateya êrişa ser nîştimana Kurdistanê.
Divê Iraq, Başûrê Kurdistan hemberî vê destdirêjiyê xwedî helwestek cidî bin û divê Tirkiye pirsgirêkan bi rêya guftugoyê çareser bike.”
Niyazî Hewramanî destnîşan kir ku Tirkiyê biryara dagirkirinê daye û çi niha be çi demek din dixwaze vê yekê bike, lê mixabin hikumeta herêmê reklamek zêde ji bo Tirkiyê dike.