Komîteya Perwerdeya Civaka Demokratîk li taxa Şêxmeqsûd a bajarê Helebê bawernameyên qonaxa amadehî (bekeloriya) bi şahiyekê da xwendekarên serkeftî.
Şahî li dibistana Şehîd Qehreman hate lidarxistin.
Malbatên xwendekaran û mamosteyên dibistanê beşdarî şahiyê bûn.
Di şahiyê de, rêveberiya dibistana Şehîd Qehreman, Şêrîn Ehmed axîvî û got; ”Ziman, nasname û çanda gelan e. Divê her kes parastina zimanê xwe bike. Zimanê kurdî girîng e û divê xebat ji bo pêşxistin û belavbûna wê di nava civakê de were kirin.”
Paşê 27 bawername dan xwendekaran, 7 jê yên beşa zanist û 20 yên beşa wêjeyî bûn.
Her wiha xwendekara bi navê Lîlav Çawîş ku bû yekemîn hate xelatkirin.