Gerîla li herêma Avaşînê bi çekên giran li dagirkeran da

Berxwedana destanî ya gerîlayan a li herêma Avaşînê roj bi roj mezin dibe. Li qada Werxelê ya ku artêşa Tirk a dagirker timî bi çek û gazên kîmyewî êrişan dibe ser, gerîla bi çekên giran li hêzên dagirker dan.

Gerîlayên Azadiyê yên Kurdistanê rojane bi çalakiyan bersiva êrişên artêşa Tirk ya dagirker yên li ser başûrê Kurdistanê didin.

Li herêmên Zap, Metîna û Avaşînê di navbera gerîlayan û artêşa Tirk ya dagirker de şerekî giran diqewime.

Navenda Ragihandin û Çapemeniyê ya HPG’ê derbarê êrişan û berxwedana gerîlayan de daxuyaniyeke nivîskî weşand.

HPG’ê diyar kir di çarçoveya Pêngava Şoreşger ya Bazên Zagrosê de li herêma Avaşînê li artêşa Tirk ya dagirker hat xistin û ev agahî parve kir;

“Hêzên me 27’ê Tebaxê li dijî dagirkerên li qada Werxelê û 30’ê Tebaxê jî li dijî dagirkerên li Tabûra Ereba bi çekên giran çalakî kirin.

Di her du çalakiyan de bi serketî li hedefên dijmin hate xistin.

Dîsa 30 û 31’ê Tebaxê Qada Werxelê ya Berxwedanê 2 caran bi teqemeniyan û 7 caran jî bi gazên jehrî hat bombebarankirin.

Li ser qadên berxwedanê tevgera dron û balafirên keşfê dewam dike.”

HPG’ê diyar kir 30’yê Tebaxê qada Çemço ya bi ser herêma Zapê, derdora gundên girêdayî bajaroka Kanî Masî ya bi ser Amêdiyê, qadên Girê Şehîd Çiya û Kela Qumriyê ji aliyê qereqolên li ser sînor ve hatin bombebarankirin.

HPG’ê da zanîn ji ber bombebarana artêşa Tirk ya dagirker şewatên ku derketine jî dewam dike.

Li aliyê din Navenda Ragihandin û Çapemeniyê ya HPG’ê nasmeyên 6 gerîlayên bi navê Rêber Zana, Hejar Can, Têkoşer Farqîn, Botan Kobanê, Bahoz Botan û Nûman Demhat ku 11’ê Hezîrana 2021’ê di berxwedana dîrokî ya Zendûrayê de şehîd bûne, eşkere kir.

HPG’ê sersaxî ji malbatên gerîlayên şehîd, gelê Kurdistanê û gelên herêmê re xwest û got, “6 berxwedêrên Zendûrayê bûne lehengên gelên me ku wê neyên ji bîrkirin.”

Back to top button