Di nava hefteya derbasbûyî de, li Nîjerya ku welatekî Afrîkaya Rojava ye, 63 kes ji ber nexweşiya kolerayê mirin.
Li gorî daneyên heftane yên ku ji hêla Navenda Kontrolkirina Nexweşan a Nîjeryayê (NCDC) ve hatine weşandin, 63 kes di hefteya derbasbûyî de li welat ji ber nexweşiya kolerayê mirine.
Kolera ya ku li eyaletên din yên welat belavbûyî ji di 3 hezar û 98 kesan de hate tespîtkirin.
Ji despêka salê ve, 58 hezar û 698 kes bi kolerayê ketine.
Di encamê de nêzî 2 hezar kesan jiyana xwe ji dest dane.
Ji ber bakteriya bi navê “Vibrio”, kolera nexweşiyek bi rêya xwarin û avê belav dibe.
Kolera, ku dibe sedema zikêşiya giran û wendabûna avê di laş de, ger neyê derman kirin dibe sedema mirinê.
Li Nîjerya, nebûna ava paqij ya ji bo pêwistiyê, kêm derfetiyên tenduristiyê dibe sedema ku rêjeya metirsiya nexweşî û mirinê zêde bibe.
Tevî kolera, malaria, polio, tîfo û vîrûsa monkeypox li welat heye.