Tekoşer Akdax li Dêrikê hat oxirkirin

Cenazeyê têkoşer Osman Akdax ku bavê du şehîdane, li goristana Şehîd Xebat Dêrik hat veşartin.

Têkoşer Osman Akdax bi nasnav Elî ku bavê du şehîdan e di encama nexweşiyekê de şehîd bû.

Meclisa Malbatên Şehîdan cenazeyê şehîd bi merasîmekê li goristana Şehîd Xebat Dêrik oxir kirin.

Ji ber metirsiya belavbûna vîrûsa Coronayê, tenê hejmareke endamên Meclisa Malbatên Şehîdan beşdarî merasimê bûn.

Osman Akdax ji malbatekî welatparêz e û zarokên xwe jî li ser nirxên welatparêziyê perwerde kirin.

Osman di nava partî û tevgerên siyasî de kar kiriye û endamekî dayîm yê Kongra Civaka Demokratîk KCD’ê bû.

Back to top button