Desteya Rêveber a Şengalê: Divê êdî Êzidiyên li kampên Başûr li xaka xwe vegerin

Piştî êrişa çeteyên DAIŞ’ê ya 3’yê Tebaxa 2014’an bi deh hezaran Êzidî ji neçarî li kampên başûrê Kurdistanê li kampan bi cih bûn. Bi taybetî Êzidiyên li kampên di bin desthilatdariya PDK’ê de di bin şertên zehmet de dijîn.

Desteya Rêveber a Şengalê bang li xelkê li kampan kir ku êdî vegerin xaka xwe û Şengaleke azad bi hev re ava bikin.

Desteya Rêveber a Şengalê li ser êrişên dewleta Tirk ya dagirker ên li ser Şengalê daxuyaniyek da.

Di daxuyaniyê de civîna 28’ê Tebaxê ya li Iraqê ya bi beşdariya welatên derdorê hate lidarxistin, hate bibîrxistin.

Desteyê diyar kir ku bi vê civînê pirsgirêkên heyî nayên çareserkirin û bal kişand ser bêdengiya li hemberî êrişên dewleta Tirk a dagirker.

Di daxuyaniyê de tê gotin, civaka Êzidî ku di sedsala 21’ê de herî zêde qirkirin û êriş lê hate kirin û cih û warê wan hatiye wêrankirin, di civînê de zêde nebûne rojev.

Desteyê bi taybetî bal kişande li ser serdana Serokkomarê Fransayê Emmanuel Macron û wiha got,

“Em nirxandinên Birêz Macron girîng dibînin û rêzê didin. Tevî vê yekê jî Macron soz dabû ku serdana civaka Êzidî li Şengalê bike. Em dipirsin, gelo ev protokol çima hate guhertin?”

Desteya Rêveber a Şengalê da zanîn gumanên wan hene ku hikumetên Bexda û Hewlêrê li pêşiya serdana Macron a li Şengalê bûne asteng.

Desteyê daxuyaniyên Macron yên derbarê vegera Şengalê de bibîrxist û wiha dewam kir,

“Ev axaftin divê tenê bi gotinê nemîne. Dewleta Tirk dixwaze bi êrişan Şengalê ji Êzidiyan vala bike. Mafê Êzidiyan tenê bi axaftinê misoger nabe, divê tevahiya cîhanê ji bo misogerkirina mafên Êzidiyan bixebitin.”

Hat bi bîr xistin ku 7 sal e rê nayê dayin ku xelkê Şengalê li warê xwe vegere û li nava kampan jî nikarin jiyana xwe biparêzin û wiha hat gotin,

“Gelê me yê li kampan di bin desthilatdariya PDK’ê de dibin qurbanî. Herî dawî 30’ê Tebaxê civaka me ya li kampa Qadiya bû hedefa êrişa dewleta Tirk. Lê rayedarên PDK’ê ev êriş berevajîkirin.”

Desteya Rêveber a Şengalê di dawiyê de bang li Neteweyên Yekbûyî û hikumeta Iraqê kir ku lêkolînê li cihê bûyerê bike û encamên wê ji raya giştî re eşkere bike.

Her wiha bang li gelê Êzidî yên li kampên başûr jî kir êdî li xaka xwe vegerin û Şengaleke azad bi hev re ava bikin.”

Back to top button