Balafireke bêmirov a dewleta Tirk gundê Barê yê Şengalê bombebaran kir-HAT NÛKIRIN

Balafireke bêmirov a dewleta Tirk a dagirker gundê Barê yê Şengalê bombebaran kirin di encamê de kesek birîndar bû.

Li gorî nûçeyên ROJNEWS’ê ragihand ku balafirên bê mirov ên dagikeriya Tirk li dijî nûqteyeke asayîşa Êzîdxanê bombebaran kir.

Hate zanîn di encama êrîşê de kesek ku nasnameya wî ne hatiye zanîn birîndar bûye.

Kesê birîndar ji bo dermankirinê hat rakirin nexweşxaneyê.

Tevgera Azadiya Jinên Êzidî -TAJÊ’ê bi daxuyaniyeke êrişa dewleta Tirk şermezar kir û got:

“Armanca dewleta Tirk ya ji van êrişan eve ku Êzidiyan bitirsînin.Em weke civaka Êzidî emê ti carî gav bi paşve neavêjin.

Dewleta Tirk çiqasê êriş bike emê jî ewqasê li berxwe bidin, têbikoşin û xwe rêxistin bikin.

Çi dikin bila bikin emê li hemberî wan serî netewînin. Ev êrişane bi plansaziyên malbata Barzanî û dewleta Tirk ve pêk tên.

Ji bo yên em hiştin û revîn re cih tine ye.”

Back to top button