Berdevkê Eniya Berxwedana Pencşîrê Ferîm Deştî diyar kir ku nêzî 600 çekdarên Talîbanê hatin kuştin û zêdetirî hezar çekdaran jî dîl girtîne.
Berdevkê Eniya Berxwedana Pencşîrê Ferîm Deştî bi daxuyaniyekê ragihand ku ji doh sibehê ve nêzî 600 çekdarên Tevgera Talîbanê kuştine û zêdetirî hezar çekdaran jî dîl girtîn an jî xwe radest kirîne.
Berdevkê Eniya Berxwedana Pencşîrê Ferîm Deştî wiha got:
“Hemû amûrên leşkerî yên çekdarên Talîbanê, ango 350 wesayîtên leşkerî piştî reva çekdarên Talîbanê ketine destê çekdarên me de.
Niha di navbera herdu hêzan de şerên dijwar rû didin.
Term û nasnameya komandoyekî Pakistanî ketiye destê hêzên Pencşîrê.”
Fermandarekî Talîbanê ji Reutresê îdia kiribû ku tevahiya Efganistanê ketiye di bin kontrola wan de û gotibû ku niha Pencşîrê di bin rêveberiya wan de ye.