Rûsya balyozê DAY yê Moskowa vexwend Wezareta Karên Hundirîn

Moskowa bihinceta ku şirketên mezin yên DYA yên teknolojiyê; wê di hilbijartina li Rûsya de destwerdanê bikin, balyozê Amerîka vexwend Wezareta Karên Hundirîn.

Di tewambariyên “destwerdana hilbijartinê” de, rola navbera DYa û Rûsyayê guheriye.

Vê carê, Moskowê balyozê Amerîkî vexwend Wezareta Karên Derve.

Berdevka Wezareta Karên Derve ya Rûsya Mariya Zaxarova li ser vexwendina balyozê DYA John Sullivan daxuyaniyek da.

Mariya Zaxarova got,

Tenê sedemek ji bo vexwendina Sullivan heye.

Ew jî destwerdana di hilbijartinê de ye.

Zaxarova anî ziman ku ew hêvî dike dîplomatên Amerîkî vê yekê bi vî rengî ji Washington re ragihînin.

Di daxuyaniyek cuda ya Wezareta Derve ya Rûsyayê de hate îdiakirin ku belgehên nikarin werin înkarkirin di destê wan de hene.

Hêjayî gotinê ye di meha pêş de wê hilbijartina parlamentoya Rûsya pêk were.

Moskowa ji wê yekê bifikare ku şirketên mezin yên teknolojî yên Amerîka wê destwerdanê li hilbijartinê bikin.

Beriya niha jî Rûsya şirketa Google û Apple hişyar kiribû.

Back to top button