Lîderên welatên Başûrê Ewropa yên endamên ye civiyan

Lîderên Welatên Başûrê Ewropa (MED9) yên endamên Yekîtiya Ewropa li paytexta Yewnanîstan Atîna civiyan.

Lîderan ji destwerdanên dewleta Tirk yên ji Derya Spî bigre heta avhewa, Qibris, Efxanistan, Koçber û gelek mijarên din nirxandin.

Serokwezîrê Yewnanîstan Miçotakis jî got:

Pêwiste Tirkiye dest ji tevgera xwe ya derqanûnî berde.

Her wiha gotinên Serokomarê Tirk Erdogan yên ji bo Qibris ku weke 2 dewlet were diyarkirin jî hat redkirin.

Li paytexta Yewnanîstan Atîna cîvna Welatên Başûrê Ewropa (MED9) yên endamên Yekîtiya Ewropa pêk hat.

Di civînê de Serokwezîrê Yewnanîstan Kiryakos Miçotakis, Serokomarê Fransa Emmanuel Macron, Serokwezîrê Spanya Pedro Sanchez, Serokwezîrê Îtalya Mario Draghi, Serokwezîrê Hirvatîstan Andrej Plenkovic, Serokwezîrê Malta Robert Abela, Serokwezîrê Slovenya Janez Jansa, Lîderê Qibris Nikos Anastasiadis û Wezîrê Karên Derve yê Portugal Augusto Santos Silva amade bûn.

Miçotakis: Pêwiste Tirkiye dest ji tevgerên derqanûnî berde

Kiryakos Miçotakis axaftina despêkê kir û got:

“Armanca me ya sereke, li gorî hiqûqa navneteweyî û Peymana Hiqûqa Deryayê ewlehî û aramî ye.

Ev yek ji bo Tirkiye ya ku li hember Yewnanistan û Qibrisê kiryarên derqanûnî dike jî derbasdare.”

Miçotakis anî ziman ku ji bo gihiştina van armanca jî weletê wî wê di rêza yekem de cihê xwe bigre.

Serokwezîrê Yewnanîstanê anî ziman ku ewê rênedin pêleke nû ya koçberiya mina ya 2015’an pêk were.

Di cîvîna lîderan de, bal hat kişandina ser têkoşîna bi guherîna rewşa avhewa re û li ser vê yekê Danezana Atîna hate weşandin.

Di danezanê de, mijarên wekî guherîna avhewa, cihêrengiya biyolojî, daristan, qirêjiya derya û parastina sivîl cih girt.

Di danezana civînê de ji bo rewşa Qibrisê jî weke 2 federasyon hate pejirandin.

Her wiha gotina 2 dewletî ya ji aliyê Serokomarê Tirkiye Erdogan ve dihatin gotin jî hate redkirin.

Lîderan xwestin, Tirkiye biryara xwe ya vekirina herêma Varoşa (Mereş) ê jî betal bike.

Hirvetîstan û Slovenya beşdarî komê bûn

Di vê navberê de, Hirvetîstan û Slovenya jî beşdarî koma Welatên Başûrê Ewropa bûn.

Di dema civîn pêk dihat de, li Atîna çalekiyên protestoyî hatin lidarxistin.

Çalakiyên bi qasî saetekê dewamkirin û piştre jî bê alozî bi dawî bûn.

Back to top button