Mîhrîcana sisyan a Şehîd Stêrvan li bajarê Kobanê di roja dudiyan de bi xelatdayînê bi dawî bû.
Mîhrecan ji aliyê Tevgera Jinên Ciwan a Herêma Firatê ve hate orgenîzekirin.
7 tîmên werzîşê yên ji bajarê Kobanê beşdarî mîhrecanê bûn.
Di mîhrecanê de lîstokên mîna Tênis, Şetrenc, Tekwando, Fotbol û pêşbaziya bisîkletê hatin pêşkêş kirin.
Di roja dawî a mîhrecanê de komîteya amedekar xelat li komên beşdar û kesên ku bi serketin belav kir.
Jinên ku tevli mîhrecanê bibûn kêfxweşiya xwe ya tevlibûnê anîn ziman.