Leşkerên hikumeta Şamê gule li ciwanekî ji Baxozê barandin û birîndar kirin

Hêzên hikumeta Şamê gule li ciwanekî ku ku li qiraxa çemê Firatê masî digirtin reşand û di encamê de ew birîdnar kirin.

Ciwanê bi navê Samî Ewad El-Cebar ji bajarokê Baxozê, dema ku li qiraxa çemê Firatê masî digirtin, ji ber gulebarana hêzên hikumeta Şamê birîndar bû.

Samî di sînga xwe de birîndar bû û yekser ji nexweşxaneyên herêmê re hat veguhestin.

Ji şahidê bûyerê Elî El-Merdûd diyar kir ku leşkerên hêzên hikumeta Şamê yên li rojavayê çem gule avêtin Samî El-Cebar û ew birîndar kir.

Li gorî El-Merdûd rewşa Samî El-Cebar giran e.

Back to top button