Dr. Qasim Merzanî: Mît’a Tirk bi hevkariya xayînan şoreşgerên Kurd şehîd dike

Nerazîbûnên li dijî êrişên dewleta Tirk yên li ser başûrê Kurdistanê, hevkariya PDK’ê ya bi dewleta Tirk û şehîdkirina şoreşgerê Kurd Şukrî Serhed zêde dibe.
Mamostayê Zanîngeha Selahedînê ya li Hewlêrê Dr. Qasim Merzanî got, MÎT bi hevkariya xayînan şoreşgeran şehîd dike.
Siyasetmedar û mamosteyên Helebçê jî gotin “Başûrê Kurdistanê ji bo çalakvanên parçeyên din ên Kurdistanê bûye cihekî xeternak.

Dewleta Tirk ya dagirker ku êrişî başûrê Kurdistanê dike, û her diçe xaka başûr dagir dike, bi hevkariya hêzên paşverû yên mîna PDK’ê jî li nava bajaran çalakvan û şoreşgerên Kurd şehîd dike.

Mamostayê Zanîngeha Selahedînê ya li Hewlêrê Dr. Qasim Merzanî têkildarî qetilkirina Şehîd Şukrî Serhed ji Rojnewsê re axivî û diyar kir ku MÎT’a Tirk bi hevkariya xayînên navxweyî li başûrê Kurdistanê şoreşgerên Kurd şehîd dike.

Dr. Qasim Merzanî têkildarî bêhelwestiya hikûmeta başûrê Kurdistanê ya li ser şehîdkirina Şehîd Şukrî Serhed jî wiha got:

“Bi tenê şermezarkirin têrê nake. Divê hikûmet sûcdaran bibîne bûyerê eşkere bike.”

Siyasetmedarên Helebce: Başûr ji bo çalakvanên parçeyên din buye cihekî xeternak

Çavdêrên Siyasî û Mamostayên Helebce jî derbarê şehîdkirina Şukrî Serhed de ji Rojnewsê re axivîn.

Mamosta Mihemed Heme Reza diyar kir di vê demê de ev buyer xeternake û got,

“Ger gel li ber van êrişan ranebe wê karasatên gelek mezin rû bidin. Bûyerên li Silêmaniyê diqewimin, peywendî bi têkiliyên partiyek Başûrê Kurdistanê ya li gel dewleta Tirk a dagirker ve heye.

Şehîdkirina Heval Şukrî buyereke metirsîdare. Eger helwest neyê nîşandan wê li dijî Kurdan êrişên bi vî rengî dewam bikin.”

Siyasetmedar Hadî Hemereşîd jî têkildarî mijarê axivî û diyar kir ku ji bo çalakvanên parçeyên din ên Kurdistanê başûrê Kurdistanê bûye cihekî xeternak.

Hadî Hemereşîd bal kişand ser bêhelwestiya hikûmeta başûrê Kurdistanê ya di dijî êriş û bombebaranan û got:

“Daxuyaniyên hikûmet û partiyên Başûrê Kurdistanê têrê nake. Şehîdkirina heval Şukrî ji bo baweriya di navbera welatiyên Başûrê Kurdistanê û parçeyên din ên Kurdistanê ziyanek mezine.”

Back to top button