Înîsyatîfa ji Ocalan re Azadî..2 Cotmehê em ê li ber avahiya Konseya Ewrûpayê bin

Însiyatîfa Navneteweyî ya ‘Ji Abdullah Ocalan re Azadî’ 2’ê Cotmehê roja Şemiyê li Strasbourgê mîtîngeke navendî lidxar dixe.
Însiyatîfê bang li her kesî kir ku wê rojê ji bo azadiya Rêber Ocalan li ber Konseya Ewrûpayê kom bibin.

Ji sala 1999’an ve dewleta Tirk li Girêva Îmraliyê pergaleke taybet birêve dibe û bi her awayî mafên mirovan binpê dike.

Êdî wisa lê hatiyte ku ev pergal gihiştiye asta êşkenceyê.

Bê goman di hedefa vê pergalê de jî Rêber Abdullah Ocalan heye.

Li dijî vê êşkenceyê jî Kurd bi salane li Kurdistanê û qada navneteweyî di nava çalakiyan de ne.

Ne tenê Kurd, her wiha hejmareke zêde ji gelên cîhanî û mirovên navdar jî li dijî pergala Îmraliyê têdikoşin.

Yek ji wan saziyên ku pêşengiya vê têkoşînê dike, Înîsyatîfa Navneteweyî ya “Ji Ocalan re Azadî” ye.

Ji ber şidandina tecrîda li Îmraliyê, Înîsyatîfê biryar da ku ew ê 2 Cotmehê li ber avahiya Konseya Ewrûpayê xwepêşandaneke navendî lidar bike.

Têkildarî çalakiyê Înîsiyatîfê daxuyaniyek da û got:

Tecrîda li ser Abdullah Ocalan, êdî ji êşkenceyê wêdetir gihîştiye asteke metirsîdar. Lewma nabe ku em bêdeng bimînin.

Înîsiyatîfê di daxuyaniyê de berpirsiyariya aliyên pêwendîdar di berdewamkirina tecrîdê de bi bîr xist û wiha dewam kir:

Wek tê zanîn Komîteya Pêşîgirtina li Êşkenceyê ya Konseya Ewrûpayê-CPT û Meclîsa Parlamenteran a Konseya Ewrûpayê qebûl kiribûn ku Îmraliyê tecrşîda şidandî heye. Lê tevî vê yekê jî bi erka xwe ranebûn.

Ji ber vê xemsariyê êdî pêwendiya Abdullah Ocalan a bi derve re bi temamî hatiye birîn.

Înîsiyatîfê ji bo mîtînga girseyî jî banga tevlîbûnê kir:

2’ê Cotmehê roja Şemiyê li bajarê Strasbourgê yê Fransayê li ber Konseya Ewrûpayê em mîtîngê li dar dixin. Banga me ji bo Kurdistanî û dostan ew ku bi awaykî çalakî beşdar bibin ji bo azadiya Abdullah Ocalan dengê xwe bilind bikin.

Wê rojê gelek kesayetî û saziyên ji welatên cûda wê peyamên xwe parve bikin.

Back to top button