Li Dêra Zorê hîna tevgera şaneyên veşartî yên DAIŞ’ê heye û pê re jî sûc û kirinên wan dewam in. Herî dawî cenazeyê ciwanekî din li bajarokê Riweyşid hat dîtin.
Li bajarokê Riweyşid ê bakurê Dêra Zorê cenazeyê ciwanekî di nava zeviyan de hat dîtin.
Hat ragihandin ku temenê vî ciwanî û li gorî bijîşên edlî 33 salî ye û li ser cenaze şopên êşkence û şewatê hebûn.
Li gorî agahiyan, ev ciwan ji zêdetirî 3 rojan ve hatiye kuştin.
Derbarê nasnameya ciwan de ti agahî nehtin bidestxistin.
Ev kirin her û her li gundewarên Dêra Zorê hene ji ber şaneyên veşartî yên DAIŞ’ê heta niha li herêmê çalak in û li dijî sivîlan kirinên xwe didomînin.