Taywanê bangên “jinûve yekbûna” bi Çînê re red kir

Komara Gel a Çînê daxwaza xwe ya yekbûna ‘aştiyane’ ya bi Taywanê re dubare kir.
Herçiqasî ev weke daxwazekê hatibe kirin jî lê gefxwarina Pekîn ya ji bo dagirkirina Taywanê ev bêrîtrî 70 salane didome.
Serokdewleta Taywanê Tsai Ing-wen jî destnîşan kir ku wê serî li ber zextê netewînin.
Rewşa navbera welatan aloz bûye.

Hevesa Çînê a dagirkerina Taywanê mîna beriya 70 salan hîna didome.

Di nava meha Îlon û Cotmehê de êdî balafirên şer yên Pekînê ji sînorên Taywanê kêm nabin.

Serokdewleta Taywanê Tsai Ing-wen banga ‘jinûve yekbûn’ê ya Pekînê red kir.

Tsaii li cejna neteweyî axivî û got,

“Kes nikare tehdeyê li Taywanê bike ku bikeve ser rêya ku Çîn ji bo me plan dike.

Taywan hêvî dike ku têkiliyên bi Çînê re bi pêş bixîne.

Lê belê divê bê fêhmkirin ku xelkê Taywanê wê serî li ber ti zextê netewîne.

Taywan ji bo parastina demokrasiyê li refên herî pêş e.”

Serokdewletê Çînê Xi Jinping beriya niha îdîaya li ser jinûve yekbûna ‘aştiyane’ ya Çînê ya bi Taywanê re piştrast kiribû.

Di daxuyaniya roja Şemiyê de got,

“Welatê me dikare jinûve bibe yek û vê yekê dikare bi ser bixîne.”

Rageşiya leşkerıya navbera Pekîn û Taipeiyê bi salane zêde dibe.

Taywan piştî serketina komunistan a sala 1949’an ji Çînê cihê bû.

Pekîn jî Taywanê weke eyaleteke cihêkar dibîne ku eger pêwîst bike bi bikaranîna hêza leşkerî jinûve pê re bike yek.

Lê belê Taywan ti carî nebû parçeyek ji Komara Gel a Çînê.

Bûyerên ku balafirên şer ên Çînê dikevin qada hewayî ya Taywanê mehên dawî zêde bûn.

Tenê çend rojên piştî 1’ê Cotmehê betlaneya neteweyî nêzî 150 balafirên şer ketin qada hewayî ya Taywanê.

Li gorî Wezareta Parastinê ya li Taipeiyê, du jê balafirên şer sê balafirên Çînê dema dawî ketin qada hewayî ya Taywanê.

Taywan ku nifûsa xwe 23 milyon e, timî dibe hedefa gefên dagirkeriyê yên Çînê ku Çîn wê weke eyaleteke xwe dibîne.

Pekîn gefê lê dixwe ku eger girav serxwebûna xwe ragihîne wê hêzê li dijî wê bi kar bîne.

Back to top button