HPG: KU CUDÎ Û KELA MEMÊ 5 LEŞKER HATIN KUŞTIN

Hêzên Gerîla li qadên Cûdî û Kela Memê li dijî artêşa Tirk a dagirker yên ketibûn operasyonê , çalakî pêk anîn. HPG’ê ragihand ku di van çalakiyan de 5 leşkerên artêşa tirk a dagirker hatine kuştin.

Gerîlayên HPG’ê û YJA Starê çalakiyên xwe li dijî dagirkeriya Tirk a li ser xaka Kurdistanê didomînin.

Gerîlayan li qadên Cûdî û Kela Memê çalakî pêk anîn.

Navenda Ragihandin û Çapemeniyê ya HPG’ê têkildarî çalakiyan daxuyniyek weşand û ev agahî dan;

”Artêşa dagirker 26’ê Nîsanê li Kêla Memê ya navçeya Qilaban a Şirnexê dest bi operasyoneke dagirkeriyê kiribû.

28 Nîsanê hêzên gerîla baskeke yê operasyona dagirkeriyê xiste bin kontrolê û lê xist.

Di encama lêdana xurt de 4 leşker hatin kuştin, leşkerek jî birîndar bû.

29 Nîsanê artêşa Tirk a dagirker li deverên Kursê Keça, Şkerê Kara, Çelê Jehrê, Deriyê Bêserê, Milê Bernê, Sefîne û Gundikê Remo yên herêma Cûdî operasyoneke dagirkeriyê ya berfireh dabû destpêkirin.

30 Nîsanê ev operasyona dagirkeriyê bê ku encamek bi dest bixe vekişiyane.

30’ê Nîsanê artêşa dagirker li deverên Girê Hirmo, Navser, Deriyê Xendek, Tepê Ortê, Teyrê Baz, Şehîd Yildiz, Kela Bêzar û Koşimyan dest bi operasyoneke dagirkeriyê ya din a berfireh kiribûn.

1’ê Gulanê hêzên gerîla li dijî baskeke vê operasyonê çalakiyek pêkanî û leşkerek hat kuştin.

Di bombebarana 30 Nîsanê de jî 3 gerîla şehîd bûn.

HPG’ê li ser bombebarana artêşa Tirk a dagirker a li ser herêmên parastina Medyayê jî got:

3’yê Gulanê balafirên şer yên artêşa dagirker devera Gundê Gilla a Zapê bombebaran kir.

Li vir jî ziyan negihiştine hêzên gerîla, ziyan gihiştiye erdnîgariya Kurdistanê.

Leave a Reply

Back to top button