Aloziya Sûriyê..Civîna 17’an a Astanyê dest pê dike

Çend sal in li pey hev ji bo çareserkirina aloziya Sûriyê di asta cîhanî de civîn pêk tên. Ji yekî wan civînan ti encam derneket û alozî jî bi dawî nebû. Îro jî civîna 17’an a Astanayê li paytexta Kazaxistanê Nûr Siltan dest pê dike. 

Di civînê de, tevî şandeya hikumeta Şamê û ya çeteyên Tirkiyê nûnerên Îran, Rûsya, dewleta Tirk û NY jî amade dibin.

Civîn li paytexta Kazaxistanê Nûr Siltan wê pêk were û 2 rojan bidome.

Nûnerê serokê Rûsyayê yê ji bo Sûriyê Aleksander Lavrentiev li wir civîneke çapemeniyê pêk anî.

Tê de got “Dewleta Tirk heta niha sozên xwe bi cih neanîne.”

Lavrentiev anî ziman dibe civîna 7`an a Komîteya Destûrê jî Çileya 2022`yan li dar bikeve.

Heta niha ji van civînan gelê Sûriyê ti sûd wernegirtiye û alozî û şer jî bi dawî nebûne.

Berovajî her ku diçe êriş û binpêkirinên li dijî gelê Sûriyê taybet ên li Bakur û Rojhilatî wê ji aliyê Tirkiyê ve zêde dibin.

Back to top button