FEYLEQA PASDARÊN: HEBÛNA AMERÎKA LI KENDAVÊ JI ME RE BÛ ARMANC

Dîsa Feyleqa Pasdarên Şoreşger a Îranê gefan li hebûna Amerîkî ya li Kendavê dixwe. Amerîka jî ji bo Îranê berê xwe dide Burukselê. 

Serokê hêza asmanî yê Feyleqa Pasdarên Îranî Emîr Elî Hacî Zade ragihand ku hebûna Amerîkî li Kendavê ji wan re bû hedef.

Zade got;

Balafira ku 50 balafirî hildigire û hêzên ku ji 6 hezar leşker pêk tên, berê gefeke mezin ji me re çêdikir, lê aniha ev gef bûn derfet.

Zade diyar kir ku eger ew gavekê bi pêş de bên, ew ê serî li wan bişkînin.

Li aliyekî din, ji bo bernameya nuklerî, îro serokê karê derve yê Amerîkayê Mike Pompeo wê berê xwe bide Burukselê ji bo dosyaya Îranê bi berpirsine Ewropî re nîqaş bike.

Herî dawî Amerîka balafir û mûşekavêjên xwe ji bo gefên Îranê şandin Kendavê.

Îran jî weke bersiv bernameya xwe ya nuklerî tevî cezayan da dewamkirin.

Leave a Reply

Back to top button