Çeteyan 4 jin ji navçeya Mabata ya Efrînê revandin

Sûc û hovîtiya dewleta Tirk û çeteyên wê li Efrînê bê navber didome. Çeteyên dewleta Tirk her cure zextê û kirinên dermirovî li welatiyên li Efrînê mane dikin. Çeteyên dewleta Tirk 4 jin ji navçeya Mabata revandin.

Li Efrînê dagirkirî, sûc û hovîtiya Dewleta Tirk û çeteyên wê bê navber dewam dike.

Çeteyên dewleta Tirk bi hincetên bêbingeh hema bêje rojane ji bo ku di berdêla wan de pereyan bigire, welatiyên Efrînê direvîne û her wiha zextê li wan dike ku ji Efrînê koçber bibin.

Rêxistina Mafên Mirovan a Efrînê ragihand ku çeteyên dewleta Tirk 4 jin ji Efrînê revandine.

Çeteyan 3 jinên ku ji gundê Kurzêlê yê bi ser navenda bajarê Efrînê ve, li ser benda kontrolê ya çeteyan ya li ser rêya Efrîn-Ezaz revandin .

Hat diyarkirin ku çeteyan 3 jin girtin û birin girtîgeha xwe ya li navenda bajêr.

Yek ji her 3 jinên revandî navê wê Rohat Îbo ye û her du jinên din jî navên wan nehatiye zanîn.

Heta niha çarenûsa her 3 jinan ne diyar e.

Li gundê Kaxirê yê bi ser navaçeya Mabata ve jî çeteyan jina bi navê Nisrîn Weqas ya 30 salî careke din revand.

Hate zanîn ku Nesrîn beriya niha hatibû girtin û çeteyan pere jê wergirtin û ew berdan.

Niha jî bi hinceta temamkirina cezayê zîndanê ku lê hatiye birîn, çeteyan ew careke din girt.

Back to top button