Tevî hişyariyan jî cîhan li hemberî xeteriya DAIŞ’ê xemsar ma

Bi hezaran çeteyên DAIŞ’ê yên herî xeter ji sala 2019’an ve li Bakur û Rojhilatê Sûrî girtî ne. Piraniya wan çeteyan biyanî ne û tevî hemû bang û hişyariyan jî dewletên pêwendîdar li welatiyên xwe ên girtî xwedî derneketin. Hem çeteyên girtî û hem jî hevkarên wan ên li derve ku ji vê xemsariyê sûd wergirtin, gelek caran xwestin ji girtîgehê birevin. Hewldana wan a herî mezin doh êvarê pêk hat.

Doh êvarê, li herêma Xwêran a bajarê Hesekê dengê teqînên dijwar hat bihîstin.

Teqîn li kêleka deriyê Girtîgehê rû da.

Li vê girtîgehê bi hezaran çeteyên DAIŞ’ê hene.

Hemwextê van teqînan, şaneyên veşartî yên çeteyan li dever jî dest bi êrişê kirin.

Navenda Ragihandinê ya QSD’ê bi vê daxuyaniyê, agahiyên têkildarî êrişê bi raya giştî re parve kir:

Şaneyên DAIŞ’ê 20’ê Çileyê 2021’an danê êvarê erebeyek û motorsîklêtek li nêzî deriyê sereke yê girtîgeha Xwêranê teqandin.

Di wan kêliyan de 3 tankerên sotemeniyê yên li saziya “Sadcop” a li nêzî girtîgehê teqiyan û çete xwestin ji dixana sotemeniyê sûdê wergirtin û bikevin hundirê zindanê.

Di nava dijwariya teqînan û şerê rûdayî de hejmarek ji çeteyên DAIŞ’ê hewl da birevin û xwe li malên sivîlan ên li taxa Zihûr veşêrin.

Lê Hêzên Ewlekariya Hundirîn di cih de bersiv dan çeteyan.

Yekîneyên Antî Terorê yên girêdayî QSD’ê, komando û Hêzên Ewlekariya Hundirîn li taxên derdora girtîgeha Xiwêran dest bi operasyonê kirin.

Beriya operasyon destpêbike, QSD’ê bang li şêniyên taxa Zihûr kir ku rê nedin çeteyên DAIŞ’ê ku ji deverên şer dûr bikevin û xwe bispêrin Hêzên Ewlekariya Hundirîn.

Ji doh ve bi dehan çeteyên êrişkat hatin kuştin.

Beşek ji wan çeteyên ku ji zindanê reviyan, dema xwestin xwe teslîmî hêzên ewlekariyê bikin, ji aliyê çeteyên derve hatin kuştin.

Her wiha bi sedan jî hatin girtin.

Di serî de taxa El Zihûr, derdora herêma Xwêranê bi temamî ji aliyê hêzên QSD’ê ve hatine dorpêçkirin.

Û ji bo kontrolakirina rewşê hêzeke mezin a şervanên QSD’ê, Yekîneyên Taybet û Hêzên Ewlekariya Hundirîn di nava tevgerê de ne.

Back to top button