Meclisa Girê Spî: Em ê têkoşîna li dijî faşîzma Tirk, terora DAIŞ’ê bidomînin

Têkildarî êrişên şaneyên DAIŞ’ê yên dawî, daxuyaniyên şermezarkirinê tên dayîn.
Meclisa Leşkerî ya Girê Spî, Mala êzdiyan a herêma Cizîrê û Komîteya Koçberên Serêkaniyê daxuanî dan û bang li civaka navneteweyî kirin ku bi awayekî û bi berpirsyariyeke mezin der barê dosyaya çeteyên DAIŞ’ê de bixebitin. FILM

Bûyera herî dawî ya êrişkirina şaneyên DAIŞ’ê li ser girtîgeha Sînaa, rastî bertekên tund tê.

Heta niha, gelek daxuyanî di vî alî de hatin dayîn û bi tundî ev êriş hatin şermezarkirin.

Meclisa Leşkerî ya Girê Spî têkildarî vê êrişa şaneyên DAIŞ’ê û êrişên dawî li ser gundên Girê Spî daxuyaniyek da.

Meclisê di daxuyaniya xwe de ev got:

“Dewleta Tirk a dagirker çeteyên DAIŞ’ê derbasî herêmê kirin da ku komkujiyan li dijî gelê sivîl pêk bînin.

Ev nîşaneya eşkere ya destekdayîna dewleta Tirk ji rêxistina terorîst re ye, ”

Meclisê bang li civata navneteweyî, NY’yê û Konseya Ewlehiyê ya Neteweyî Yekbûyî û tevahî rêxistinên mafên mirovan kir ku helwesteke tund li hember van sûcên delweta Tirk nîşan bidin.

Mala Êzidiyan a Cizîrê: Êrişên çeteyan li Hesekê dewama fermana Şegal, dagirkirina Efrîn û Serkaniyê ye

Mala Êzidiyan a Herêma Cizîrê li ser heman êrişan dxuyaniyek da.

Mala Êzidiyan ev kiryarên li Hesekê bi berdewama fermana Şengal, dagirkirina Efrîn, Serêkaniyê û Girê Spî pênase kir.

Her wiha tekez kir divê rêxistinên navneteweyî û hiqûqî sûcên dewleta Tirk a dagirker û desteka wê ji rêxistina DAIŞ`ê û komên din re, eşkere bikin. Ji ber xeteriyê li ser aştiya cîhanê çêdikin.

Koçberên Serêkaniyê: Herêmên ji dewleta Tirk ve hatine dagirkirin bûne baregeh rêxistinên terorîstê

Ji aliyê Komîteya Koçberên Serêkaniyê ve jî daxuyanî hat dayîn.

Komîteya Koçberên Serêkaniyê piştrast kir ku ev herêmên ji hêla dewleta Tirk ve hatine dagirkirin bûne baregeh ji tevahî rêxistinên terorîst re:

Komîteyê tekez kir ku têkbirina van gef û rêxistinên terorîst girêdayî bidawîkirina dagirkeriyê li herêmên dagirkirî û vegera ewlehî ya koçberan e.

Dawiyê bang li civata navneteweyî, rêxistinên cîhanê û hêzên têkoşîna li dijî terorê hat kirin ku bi cidî û berpirsiyareke bilind tev begerin ku dosyayaDAIŞ’ê bi dawî bikin û vegera ewle ji koçberan re hêsan bikin.

Back to top button