KCK: Divê hemû gelên cîhanê li dijî DAIŞ’ê bibin xwedî helwest

Hevserokatiya Konseya Rêveber a KCK’ê der barê êrişên dawî yên dewleta Tirk li ser Rojava, Şengal û Mexmûrê de daxuyaniyek da. KCK’ê anî ziman ku van deveran di têkbirina DAIŞ’ê de roleke bingehîn lîstin, lewma tên armancgirtin.
KCK’ê got: Bêdengiya DYA û Rûsyayê hevkariya wan a bi van êrîşan re nîşan dide û banga nîşandana helwestê li wan kir.

Hevserokatiya Konseya Rêveber a KCK’ê têkildarî êrîşên dewleta Tirk a dagirker ên li ser Rojava, Şengal û Mexmûrê daxuyaniyek nivîskî weşand.

KCK’ê diyar kir ku ev êrişên dewleta Tirk îfadeya herî şênber a dijminahiya gelê Kurd e û wiha got:

“Sedema bingehîn a vê yekê tirsa ji Kurdbûna azad e. Li ku destkeftiyên Kurdan hebin, êrişî wir dike. Sedemek din a van êrîşan jî ew e ku desthilatdariya faşîst a AKP-MHP’ê hewl dide xwe li ser piyan bigre. Ya din jî ewe êriş piştî daxuyaniya civîna Komîteya Navendî ya PKK’ê bû.

KCK: Tirkiye deverên ku di têkbirina DAIŞ’ê de roleke bingehîn lîstin, armanc digire

KCK’ê anî ziman ku taybetmendiya hevpar a Şengal, Mexmûr û Rojava ew e berxwedana fedaî ya li hemberî êrişên çeteyên DAIŞ’ê ye û wiha dewam kir:

Van herêman di têkbirin û paşvebirina DAIŞ’ê de roleke bingehîn lîstin. Di şerê li dijî DAIŞ’ê de, Rojava 12 hezar şehîdên xwe hene. Şengal bi sedan û Mexmûr bi dehan şehîd dane. Bê guman gerîlayên HPG û YJA STAR’ê di berxwedana wan a li dijî DAIŞ’ê de li kêleka wan sekinîn. Bi vê berxwedanê nehiştin Iraq, Sûriye û Rojhilata Navîn bikeve destê DAIŞ’ê. Nehiştin ku DAIŞ bibe bela serê hemû mirovahiyê.

KCK: Bêdengiya hêzên navnetweyî hevkariya wan nîşan dide

Li ser erk û berpirsyariyên ku li dijî van êrişan dikevin ser milê hêzên Koalisyonê de KCK’ê wiha got:

” Hêzên Koalîsyonê, bi taybetî DYA, destûrê dide balafirên şer ên Tirk ku hevkarê yekem ê DAIŞ’ê ye, ku êrişî gelê Rojava, Şengal û Mexmûrê, bikin. Bêdengî û bêhelwestiya DYA, Rûsya û hemû hêzên koalîsyonê hevkariya wan a bi van êrîşan re nîşan dide. Ew hevkarê van komkujî û kuştinan in. Ev helwest êdî bêexlaqiyeke siyasî ye.

KCK: Divê gelê me li her derê li dijî êrişan rabe

KCK’ê anî ziman ku divê tevahiya gelê cîhanê li dijî êrîşan bertekên xwe bînin ziman û rabin li ser piyan:

Divê li dijî Tirkiye DYA, Rûsya, welatên Ewropa û Iraq bibin xwedî helwest û rabin li ser piyan. Ev helwesta ku wê pêşî li êrîşên dewleta Tirk bigire, divê li her derê were pêşxistin. Divê gelê me li her derê li dijî êrîşên dewleta Tirk rabe li ser piyan. Divê li hemberî rewakirina van êrîşan a PDK’ê jî helwesta xwe ya vekirî nîşan bidin.

Hevserokatiya Konseya Rêveber a KCK’ê dawiyê diyar kir ev êriş wê hêrsa gel bilind bike, bibe sedema mezinkirina têkoşînê û piştrast kir ew herdem li cem, gelê Rojava, Şengal û Mexmûrê ne.

Back to top button