Hemdan El-Ebid: Piştî binketina DAIŞ’ê Tirkiyê asta sûcên xwe zêde kir

Cîgirê hevserokê Meclisa Rêveber a Rêveberiya Xweser a Bakur û Rojhilatê Sûriyê Hemdan El-Ebid û Siyasetmedar Elaedîn Xalid li ser êrişa dawî ya çeteyên DAIŞ’ê nirxandin kirin. Siyasetmedaran diyar kir ku êrişên dewleta Tirk ên hemwextî yên DAIŞ’ê, peyama destekdayîna DAIŞ`ê ye. Bang li Koalisyona Navneteweyî jî kirin ku helwesteke xurt li hember êrişên dewleta Tirk nîşan bide. 

Hemwextî êrişa çeteyên DAIŞ’ê ya li ser girtîgeha Sînaa, dewleta Tirk êrişên xwe yên li ser herêmê zêde kirin.

Têkildarî van êrişan û armanca wan, cîgirê hevserokê Meclisa Rêveber a Rêveberiya Xweser Hemdan El-Ebid ji ajansa Hawarê re nirxandin kir.

Hemdan El-Ebid diyar kir ku ev êriş piştî têkçûna çeteyên DAIŞ’ê zêde bûn û got:

“Me dît pitştî ku çeteyên DAIŞ’ê bi bin ketin, çawa dewleta Tirk sûcên xwe yên li dijî herêmê zêde kirin.”

El-Ebid da zanîn ku piştî binketinê yekser Dêrik, Mexmûr û Şengalê bombebaran kirin û wiha anî ziman:

“Armanca dewleta Tirk ew e QSD`ê ji mijûlbûna bi operasyonên lêgerînê li şandeyên DAIŞ’ê dûr bixe.”

Dawiya nirxandina xwe Hemdan El-Ebid bang li NY kir ku sûc û binpêkirinên dewleta Tirk bi dawî bikin.

Elaedîn Xalid: Destê dewleta Tirk û hikumeta Şamê di êrişê de hebû

Li ser êrişa çeteyên DAIŞ’ê li ser girtîgeha Sînaa siyasetmedar Elaedîn Xalid nirxandin kir.

Elaedîn Xalid got:

“Dema dewleta Tirk dît Rûsya û Amerîka wê derfetê nedinê ku êrişî herêmê bike, dest bi amadekariyan kir ku êrişî girtîgeha Sînaa bike.

Hikumeta Şamê û dewleta Tirk a dagirker ji hev cûda ne, ji ber ku destê wan di vê êrişê de hebû.”

Elaedîn Xalid anî ziman bi saya hevgirtina xelkê Hesekê, plana dijmin bi bin ket û QSD`ê û Rêveberiya Xweser bi ser ketin.

Dawiyê jî siyasetmedar Elaedîn Xalid tekez kir ku vê serkeftinê helwesta Rêveberiya Xweser li ser asta navneteweyî xurtir kir.

Back to top button