Meşa dirêj ya li Almanyayê dewam dike

Meşa dirêj a ku ciwanên Ewropayê li Almanya û Fransayê destpêkirine dewan dike.

Îro çalakgerên meşê serê sibehê li hev civiyan û ber bi Mannheimê ya Alamanyayê ve meşiyan.

Di dema meşê de polîsên Alman dest li çalakgeran werdan û du di encamê de du endamên meşê girtin.

Ji bo berdana wan jî hate xwestin ku 1500 Euro pere bidin.

Li ser vê yekê Enternasyonalîstan daxuyaniyek dan çapemeniyê û êrişa li ser meşê şermezar kirin.

Hate diyarkirin ku di şexsê meşvanan de êriş li dijî gelê Kurd hatiye kirin.

Meşa dirêj a li Fransayê di roja 3. de didome

Her wiha meşa ku li bajarê Colmarê destpê kiriye di roja xwe ya 3. de didome.

Di çalakiya Meşa Dirêj de pankarta bi nivîsa, ”Bi vîna ciwanên Apoyî em ê Rêber Apo azad bikin” hat rakirin û ji bo ku PKK ji lîsteya terorê were derxistin îmze jî têne komkirin.

Her wiha belavokên ji bo azadiya rêber Ocalan bi mijara, ”Çima divê Rêber Ocalan ji hêla fizîkî ve azad bibe” li qotiyên posteyan û wesaitan têne danîn.

Her ku diçe ji Swîsre, Elmanya, Fransa û deverên cuda yên Ewropayê ciwan zêdetir tevlî meşê dibin.

Back to top button