Li parlementoya Baskê civînek têkildarî rewşa Kurdan hate lidarxistin

Di Parlementoya Baskê ya herêma xweser a Îspanyayê de têkildarî rewşa Kurdan civînek hat lidarxistin

Di civîna ku li Komîteya Têkiliyên Derve ya Parlamentoya Baskê de Eyyûb Dorû nûnertiya Kurdan kir.

Di civînê de nûnerên partiyên Bask jî amade bûn û rewşa Kurdan hat nîqaşkirin.

Li ser rewşa Rojava û hevdîtinên berê yên di navbera dewleta Tirk û PKK’ê de nêrîn hatin dayin.

Eyyûb Dorû diyar di hevdîtinê de rewşa girtiyên siyasî û derxistina PKK’ê ji lîsteya terorê’ ya YE jî hat nîqaşkirin.

Partiyan jî nêrînên xwe yên ku divê PKK ji lîsteyê bê derxistin anîn ziman.

Dorû, da zanîn wan girîngiya ji bo diyarkirina mafê çarenûsa gelê Kurd û ji bo çareseriya pirsgirêka Kurd aniye ziman.

Parlamenterên BASK’ê ji bo naskirina Rojava pêşniyarnameyek pêşkêşî Meclisê kirine.

Dorû da zanîn ji bo vê pêşniyarnameyê ji hemû partiyan piştgiriyê dixwazin.

Back to top button