JINÊN ÊZIDÎ GILIYÊ HIKUMETA FEDERAL A ALMANYAYÊ KIR

Federasyona Meclisên Jinên Êzidî yên li Almanyayê ji ber hikumeta Alman çeteyên xwe yên DAIŞ’î ji QSD’ê wernagire û dadgeh nake nerazîbûn nîşanî hikumeta Merkel da.

Federasyona Meclisên Jinên Êzidî yên li Almanyayê, giliyê Wezîra Edaletê Katarina Barley û Wezîrê Karên Hundir Horst Seehofer kir.

Jinên Êzidî ragihandin, herdu wezîr nakevin nava hewldanan û bi vê yekê li pêşiya bicihhatina edaletê dibin asteng.

Di gilînameyê de îşaret bi komkujiyên ku DAÎŞ’ê li ser Êzidiyan û bi taybetî jinan hate kirin.

Her weha jinan bal kişandin ser xala 258’an a Destûra Bingehîn a Alman ku li gorî wê xalê astengkirina darizandina sûcdaran sûc e.

Li girtîgeh û kampên li Bakûrê Sûrî, piraniya wan jin û zarok zêdeyî 200 welatiyên Alman ên DAÎŞ’î hene.

Hikumeta Federal a Alman jî timî dibêje, ew nikare nasnameya van çeteyan tespît bike.

Lê belê meha Adarê eşkere bûbû ku wezîfedarên saziya îstîxbarata derve ya Alman BND hatine girtîgeh û kampên penaberan ên DAÎŞ’î lê ne û tespît kirine ku kî Alman e.

Leave a Reply

Back to top button