Ji çiyayên azad ji gerîla Newroza bi heybet

Li çiyayên Kurdistanê jî coş û germahiya Newrozê dewam dike.

Gerîlayên Azadiyê yên Kurdistanê, Newroza Azadiyê ya sala 50’emîn li Herêmên Parastinê yên Medyayê bi coşeke mezin, bi şahiyek bi heybet newroz pîroz kirin.

Endama Fermandariya Biryargeha Navendî ya HPG’ê Gulistan Gulhat li pîrozbahiya Newrozê de axivî û got, “Em ji her demê bêhtir amade ne ku azadiya gelê Kurd û azadiya gelên herêmê misoger bikin.”

Ev dîmen, dîmenê neviyên Kawayê Hesinkarin.

Ev dîmenên zarokên welatên agir, zarokên pêşeroja civaka kurdin. Dîmê gerîlayê azadiyê ne.

Li qadên azad bi yek dengî, coş û germahiya newrozê bang dikin

Endama Fermandariya Biryargeha Navendî ya HPG’ê Gulistan Gulhat û fermandarên HPG’ê Xeyrî Xerzan, Dijwar Sason û fermandarên YJA Starê û bi sedan gerilayen azadiyê tevlî pîrozbahiya Newrozê bûn.

Fermandara HPG’ê Gulistan Gulhat li pîrozbahiya Newrozê axivî û got, “Em ji her demê bêhtir amade ne ku azadiya gelê Kurd û azadiya gelên herêmê misoger bikin.”

Piştî axaftinan gerîla dest bi pîrozkirina Newrozê kirin, rastî jî coş û kelecaniya gerîla cihê moral û hêzêye.

Gerîlayên azadiyê li dora agirên newrozê, bûn xelekek ji agir, bi pîrozbahiyeke bi heybet ji agirê newrozê re bûn yek.

Ev coş û pîrozbahiya bi heybat a gerîlayên azadiyê bê moral û govend nabe, çend dîmenên pîrozbahiyê.

Back to top button