SALVEGERA 36’AN A KUŞTINA 59 CIWANÊN MAHABADÎ YE

Ji beriya 36 salan 59 ciwanên Kurd ên ji Mihabad a Rojhilatê Kurdistanê, bi hinceta ku alîgirtiya partiyên Kurdan kirine, ji aliyê rejima Îranê ve hatin gulebaran kirin.

Piştî şoreşa gelan 1979’an û hatina hêzên Îslamî li ser hikûmê dibin serokatiya Xumeynî de, gelê Kurd li dijî vê desthilatdariyê bû.

Di referandûma ‘Ji bo Komara Îslamî belê yan na’ de Kurdan dengê na bikaranîn.

Ji bona wê gelê Kurd û partiyên Kurdan li dijî kîna desthilatdarî derketin û li herêmê şer rûdan.

Rejimê ji bo tunekirina berxwedaniya gelê Kurd bi hezaran leşker anîn herêmê.

Di wê pêvajoyê de gelek ciwanên Kurd ên ji Mihabadê di girtîgehên rejima Îranê de girtîbûn.

Rejima Îranê Gulana 1979’an li Girtîgeha Tebrîz 59 ciwanên Mihabadî di nava çend deqeyan de dadgehkirin û sizayê bidarvekirinê li wan birîn û di heman girtîgehê de gulebaran kirin.

Lê nûçeya gulebarankirina van ciwanan di roja 2’ê Hezîrana sala 1979’an de bi fermana qeymeqamê Mihabadê hate belavkirin.

Leave a Reply

Back to top button