HPG: Li Qadên gerîla ji payîzê û vir ve bênavber êriş û operasyon hene

Berdevkê Navenda Ragihandin û Çapemeniyê ya HPG’ê Serdar Yektaş eşkere kir ku êrişên dewleta Tirk a dagirker yên li dijî gerîla dewam dikin. Yektaş got, “Gerîla gihiştiye wê astê ku êriş û teknîka dijmin vala derxe. Dewleta Tirk nikare encamê bistîne.” Yektaş bang li PDK’ê jî kir ku di nava tevgera dagirkeriya Tirk de cih negire.

Berdevkê Navenda Ragihandin û Çapemeniyê ya HPG’ê Serdar Yektaş derbarê rewşa dawîn a li qadên gerîla û êrişên dagirkeriyê yê dewleta Tirk ji ANF’ê re axivî.

Yektaş têkildarî agahiyên êrişên nû yên dewleta Tirk axivî û diyar kir ev rewş nayê wateya ku niha şer û êriş tune û êriş dewam dikin.

Yektaş bi bîr xist li Bakurê Kurdistanê û li Herêmên Parastinê yên Medyayê ji payîzê û vir ve bênavber êriş û operasyon hene û wiha got:

HPG: Gerîla êrişên dijmin pûç dike û însiyatif di destê hevalên me de ye

“Hejmara balefirên şer û keşfê yên Tirk ku li ser Herêmên Parastinê yên Medyayê û Bakurê Kurdistanê digerin ji hejmara balefirên li Ukraynayê digerin zêdetir e.

Ji ber ku gerîla gihiştiye asta ku êrişên dijmin pûç bike, dewleta Tirk nikare encamekê bistîne.

Şerek didome û înisiyatîf di destê hevalên me de ye.”

Serdar Yektaş bi lêv kir dibe ku dewleta Tirk operasyoneke nû bike û wiha dewam kir:

HPG: Piştî têkçûna dewlata Tirk a li Garê êdî gav bi gav hêza wan qels bû

“Piştî dewleta Tirk li Garê têk çû, êdî gav bi gav hêza wan qels bû.

Li Avaşîn, Zap û Metînayê jî artêşa Tirk dîsa têk çû.

Dewleta Tirk dixwaze êriş bike.

Di nav Kurdan de jî dixwazin îxanetê ava bikin, ketine nav lêgerîna ku teknîkên şer ên cihê peyda bikin.

Ev jî diyar dike di rewşeke çawa de ne. ”

Yektaş da zanîn amadekariyên pêwist hatine kirin û got

“Gerîla him amade ye û him jî di rewşa şerekî çalak de ye.”

Serdar Yektaş diyar kir tempoya çalakiyên gerîlayan li gorî şertên demsalan biguhere jî qet nasekine û di nava salê de wê ev tişt zêdetir bibe.

Di dawî de Yektaş, derbarê hevkariya PDK’ê ya bi dewleta Tirk re ku tê gotin wê ew jî tevlî şerê li hemberî gerîla bibe nirxandin kir.

HPG: Divê PDK di nava tevgera dagirkeriya dewleta Tirk de cih negire

Berdevkê Navenda Ragihandin û Çapemeniyê ya HPG’ê eşkere kir ku PDK’ê li Heftanîn û Metînayê hêzên xwe yên leşkerî zêde kirine û ev tişt got

“Tê zanîn ku par PDK’ê li hemberî qadên gerîlayan di pozîsyoneke çawa de bû.
m dixwazin îsal jî heman tişt pêk neyê.

Ji ber ku gelê me xwe ji serkeftina doza azadiyê amade kiriye û li hemberî ev hewldanên provokatîf, xwedî helwest e û êdî tehamula gelê me nemaye. Em jî bi vê bîr û berpirsyariyê tevdigerin. ”

Back to top button