Meclisa Malbatên Şehîdan a Hesekê nasnameya şervanê Yekîneyên Parastina Gel-YPG`ê Aras Seydo ku di Kanûna 2014’an li Kobanê şehîd bûbû eşkere kir.
Merasîm li Goristana Şehîd Dijwar a li gundê Dawûdiye hat lidarxistin..
Di merasîmê de hevseroka Meclisa Malbatên Şehîdan a Kampa Serêkaniyê Eyde Semo axivî û diyar kir ku şehîd Aras ji bo parastina axa welat şehîd bûye.
Yek ji fermandarên QSD Şiyar Hesekê jî axivî û soza şopandina rêya şehîdan da.
Piştre wesîqeya şehadetê ya şehîd hat xwendin û radestî malbata wî hat kirin..
Li gorî wesîqeya şehadetê nasnameya şehîd wiha ye:
Nav û paşnav: Aras Seydo
Nasnav: Rustem Cûdî
Dîroka tevlêbûnê: 2013
Cih û dîroka şehadetê: Kobanê, Kanûna 2014`an