2 CANGORIYÊN AZADIYÊ LI QAMIŞLO JI ALIYÊ SEDAN VE HATIN OXIRKIRIN

Li Qamişlo û Kobanê merasîmên şehîdan hebûn. Bi sedan şêniyên her du bajaran 3 cangoriyên azadiyê ku di dem û cihên cuda de şehîd bibûn bi merasîmên cuda li goristanên şehîdan oxirkirin.

Şervanê Hêzên Xweparastinê Abdulwahid Abdulselam ê Hezîranê di teqînekê li Dêrazorê de şehîd bû, û endamê Hêzên Hawarî Mihemed Umer

7’ê Hezîranê di encama qezaya tirafîkê de şehîd bû.

Bi sedan şêniyên Qamişlo piştî wergirtina cenazeyên her du şehîdan, bi karwanekî ber bi goristana şehîd Delîl Sarûxan ve ketin rê.

Li goristanê piştî mersîma leşkerî li ser navê Meclisa Malbatên Şehîdan û hêzên Asayîşê axaftin hatin kirin.

Kesên axivîn sersaxî ji malbatên her du şehîdan re xwestin û soza şopandina xeta şehîdan heta azadiya Kurdistanê dan.

Di dawiya merasîmê de cenazeyên her du şehîdan di nava sloganan de hatin oxirkirin.

Leave a Reply

Back to top button