DYE CEZAYÊN DARAYÎ LI 16 KARSAZÊN RÊJÎMA SÛRÎ BIRÎN

Ji 2011’an ve rêjîma Sûrî tevî kesayet û şîrketên alîgirên wê rastî cezayên navdewletî tên.
Hema bêje her sal ceza zêde dibin û yên berê jî nû dibin.
Carekê Dewletên Yekbûyî yên Emerîka û carekê jî Yekîtiya Ewropa.
Niha jî, 274 karsaz û 76 şîrket ji ber cezayên Emerîka û Ewropa dinalin.

Dewletên Yekbûyî yên Emerîka cezayên darayî li 16 karsazên Sûrî birîn.

Ceza li karsaz, şîrket û bazirganên piştgiriya darayî didin rêjîma Sûrî û veguhestina petrola Îranî hêsan dikin hatin birîn.

Wezareta Xezîneya Emerîkî karsazê Sûrî Samêr El-Foz û şîrketên wî yên weke “Imparatoriya Bazirganiyê” tê naskirin, xiste lîsteya reş.

Alîkara Wezîrê Xezîneya Emerîkî Sigal Mandelker got karsazê Sûrî bi awayekî rasterast piştgiriya rêjîma Beşar Esed dike.”

Tevî Samêr El-Foz, ceza li 16 karsaz û şîrketan hatin birîn.

Beriya demekê, Yekîtiya Ewropa jî ceza li piraniya van karsaz û şîrketan xistibûn.

Ji bilî Samêr El-Foz, herdu birayên wî, Hisên û Amêr El-Foz jî hene.

Ev herdu jî xwediyê şîrketeke bazirganiya genim, şekir û alavên pîşesaziya petrolê ne.

Her wiha şîrketên ceza lê hatine birîn ev in:

– Sînercî SAL û BS Company, van herdu şîrketan jî, petrola xam a Îranî derbasî Sûriyê dikirin.
– Kanala LANA a televizyonê li Şamê
– Otêla Four Seasons li Şamê

Hêjayî bîrxistinê ye, Kanûna borî, Meclîsa Ewropî li Brukselê 11 karsaz û 5 şîrket xistibûn lîsteya cezayên Ewropî.

Niha jî di lîsteya cezayan a Ewropî de 274 karsaz û 76 şîrket hene.

Awayê cezakirinê jî ev in:

– Qedexekirina çûn û hatinê.
– Destdanîna ser pereyên wan di bankan de.
– Qedexekirina veguhestina petrolê.
– Astengkirina razemeniyan.
– Cemidandina pereyên Banka Navendî ya Sûrî li dewletên Yekîtiya Ewropa.
– Astengkirin kirîn û firotina teknolojiyê.

Tê zanîn, cezayên Ewropî li dijî Sûriyê 2011’an dest pê kir û salane tê nûkirin

Leave a Reply

Back to top button