Binpêkirinên dewleta Tirk a dagirker li Efrînê, nemaze revandina sivîlan dewam e.
Çeteyên dewleta Tirk a dagirker bi ser gundê Metîna yê Şêrewayê de girtin û 5 sivîl revandin.
Li gorî çavkaniyên herêmî çeteyên ku navê xwe kirine Polîsên Leşkerî yên dewleta Tirk a dagirker berbanga duşemê bi ser gundê Metîna yê navçeya Şerayê de girtin.
Çeteyan di serdegiertinî de 5 sivîl ji gund revandin û heta niha çarenûsa wan nediyar e.
Navê sivîlên ku hatin revadin ev in:
Ferhad Hec Ebdo, Îsam Ebdulhenan Omer, Reşîd Seydo Reşo, Îdirîs Henan Xelîl û Fîdan Hisên Hemo.