HPG: Li Avaşîn, Zap, Metîna û Xakurkê 17 leşkerên Tirk hatin kuştin

HPG’ê ragihand ku gerîllayên wan ji bo bîranîna şehîdên berxwedana Mam Reşo, derbên giran li artêşa Tirk dane. Li gorî daxuyaniya HPG’ê di çalakiyên tolhildanê de li herêmên Zap, Avaşîn, Metîna û Xakurkê 17 leşkerên artêşa Tirk hatin kuştin.

Navenda Ragihandin û Çapemeniyê ya HPG’ê eşkere kir ku gerîllayên wan ji bo bîranîna şehîdên berxwedana Mam Reşo a sala 2021’an, rêzeçalakî pêk anîne.

Têkildarî encama çalakiyan jî ev agahî parve kirin:

  • Li herêma Avaşînê

26’ê Tîrmehê li girên Şehîd Munzur û Şehîr Arnos ên girêdayî Qada Mam Reşo, hêzên dagirker ji aliyê gerîlla ve hatin şopandin.

Yekîneyeke artêşa dagirker a ji 7 kesan pêk tê dikeve dorpêçê û gerîlla ji 2 milan ve bi bandor li wan didin.

Di encama çalakiyan de 7 leşkerên artêşa Tirk hatin kuştin.

Gerîlla çûn ser cenazeyên kuştiyên artêşa Tirk û ev alavên leşkerî bidest xistin:

1 çeka MPT-55

3 çekên AK-47

Û cîhazeke bêtêl.

  • Li herêma Zapê

27’ê Tîrmehê li Qada Çemço, hêzên dagirker hewl dan ber bi çeperên şer ên devera Şehîd Serxwebûn ve pêşde werin.

Di encama destwerdana gerîlla de, hêzên dagirker neçar man ji qadê dûr bikevin.

Heman rojê, dagirkerên li derdora Qada Şikefta Birîndaran bûn armanca lêdana gerîlla.

Di encamê de derb li helîkopterekê hate xistin û hêzên artêşa Tirk neçar man paşde biçin.

28’ê Tîrmehê li Qada Çemço, dema dagirkeran xwestin nêzî çeperên şer bibin, gerîlla li wan dan.

Di encamê de leşkerek hat kuştin.

  • Li herêma Metîna

27’ê Tîrmehê dagirkerên li derdora Girê FM, Girê Amediyê û Girê Pîrdoxan bûn armanca lêdana sekvanên gerîllayên YJA-Starê.

Di çalakiyan de 7 leşker hatin kuştin, 1 jî birîndar bû.

Her wiha 2 pergalên kamereyên şopandinê hatin rûxandin.

  • Li herêma Xakûrkê

26’ê Tîrmehê dagirkerên li derdora Girê Şekîf di nava tevgerê de bûn, ji aliyê gerîlla ve hatin kontrolkirin.

Paşê li dijî wan çalakiya sabotajê pêk hat û di encamê de 3 leşker hatin kuştin, 1 jî birîndar bû.

Têkildarî êrişên artêşa Tirk jî Navenda Ragihandinê ya HPG’ê ev agahî dan: “Di 24 saetên dawî de artêşa Tirk 4 caran bi çekên kîmyewî,

25 caran bi balafirên şer,

Û 27 caran jî bi helîkopteran qadên berxwedanê bombardiman kir.”

Back to top button