Alîgirên Sadir wê heta fermaneke nû li parlamentoyê bimînin

Alîgirên Sedir wê heta fermaneke nû li parlamenê bimînin. Bi hezaran alîgirên lîderê Şîa Muqteda SadIr li nava parlamentoyê dest bi çalakiyê kirine. Ji ber çalakiyan rûniştinên li parlamentoyê hatine betalkirin.

Li Iraqê ji hilbijartinên Cotmeha 2021’ê ve hîn Serokkomar û Serokwezîrê nû nehatiye tayînkirin.

Tevgera Sedir ji bo zexteke mezin li hevrikên xwe bike, dest bi kampanyayê kir.

Sadir namzetê hevrikên xwe yê ji bo serokwezîrtiyê red kir.

4 rojin li Iraqê rewş di nava metirsiyê de ye.

Alîgirên Sadir naxwazin namzetê Çarçoveya Hemahengî Mihemed Şiya Sudanî bibe serokwezîr.

Sedema vê jî alîgirên Sadir wî weke kesekî nêzî hikumeta berê ya Nûrî el malikî dibînin.

Di 29’ê Tîrmehê de hêzên ewlekariyê li Bexda, taybet jî Herêma Kesk hatibûn belavkirin.

Tevî hemû deriyên Herema Kesk hatin girtin, lê alîgirên Sedir hemû bendên kontrolê derbas kirin.

24 saet bi ser xwepêşandanên duh re derbas bûn, lê hîn jî alîgirên Tevgera Sedir di nava avahiya parlamentoya Iraqê de ne, li benda biryara Mihemed Şiya Sudanî û helwestek nû ne.

Li Iraqê ku rewşeke siyasî ya xitimî heye, çalakgerên bi wêneyên Sadr û sembolên olî roja Şemiyê bi “nîşaneya serketinê” ketin hundirê avahiya parlamentê.

Li gorî daxuyaniya kurt a tevgera Sedr wê “çalakiya rûniştinê ya li parlamentê heta fermaneke nû dewam bike.”

Duh bi şev serokê Parlamentoya Iraqê Mihemed Helbûsî, civîna parlamentoyê ya dihat payîn 30’ê Tîrmehê were lidarxistin, ji bo demek nediyar paşxist.

Serokê Parlamentê Muhammed el Halbûsî jî got, “Heta fermaneke nû, rûniştinên parlamentê hemû hatine betalkirin” û bang li çalakgeran kir ku “malên dewletê biparêzin.”

Back to top button