Li Bexdayê ber dikaneke firotina cil û bergên markeyên Tirkî, teqînek çêbû.
Di encama teqînê de ziyanên mezin ên madî li derdorê bûn.
Danê siharê li herêma Zîwne y Rojhilatê Bexdayê bombeyek li ber derê dikaneke mezin a ku cil û bergên markên Tirkî difirot pêk hat.
Di encama teqînê de ziyanên mezin li dikanê çêbû.
Hêjayî gotinê ye di 20’ê Tîrmeha 2022’an de dewleta Tirk a dagirker gundê Perex ya Zaxoyê da ber topan, di encama êrişê de 9 welatiyên ji netewa Ereb jiyana xwe dest dabûn û 33 jî birîndar bibûn.
Piştî komkujiyê li seranserê Iraqê li dijî malên tirkî pêngava poykotkirinê hatiye destpêkirin.