Çîn bi tatbîqata ku Taywanê dorpêç dike re hêza xwe nîşan dide

Serdana Pelosi ya bo Taywanê, rewşa li herêmê aloz kiriye. Çînê li 6 herêman dest bi tetbîqata leşkerî kiriye û grava Taywanê di bin dorpêçê de ye. Waşîngton jî rêveberiya Pekînê hişyar dike û dibêje, ne Amerîka û ne jî cîhan wê statukoyek nû li herêmê qebûl neke. Di demekê ku ewqas keştî û çekên giran li herêmek biçûk di nava tatbîqatê de ye, metirsiya derketina şerekî ya li herêmê heye.

Piştî serdana Seroka Meclisa Nûneran a Amerîkayê Nancy Pelosi, Çînê bi tetbîqatên leşkerî yên mezin ên li derdora Taywanê grav dorpêç kiriye.

Bi tetbîqatên hevdem ên ku li şeş herêmên derdora Taywanê têne kirin, rêveberiya Pekînê peyamê dide ku aliyên di şerê serweriyê de dikarin bi darê zorê statukoyê biguherînin.

Artêşa Çînê li derdora gravê moşekan diceribîne.

Wezareta Parastina Neteweyî ya Taywanê duh ragihandibû ku di roja despêka tetbîqatê de 11 moşekên ku artêşê bikar aniyî li sînorên wan yên deryayî ketine.

63 balafirên Çînê xeta navîn derbas kirin

Di roja yekemîn a tetbîqatê de, hejmareke mezin ji firoke û keştiyên şer ên Çînê, xeta navîn a li Tengava Taywanê derbas kirin.

Wezareta Parastinê ya Taywanê ragihand ku di dema tetbîqatê îro de, 68 balafirên şer û 13 keştiyên şer sînorê wan derbas kirine.

Wezareta Parastinê ya Taywanê ragihand ku di dema tetbîqatê de 22 balafirên şer ên Çînê jî xeta navîn derbas kirine.

Artêşa Taywanê jî weke bersiv, balafirên şer ji bo şopandina rewşa li herêmê rakirin asîmanan.

Hat ragihandin ku şeva borî balafireke bêmirov a artêşa Çînê li ser Girava Kinmen (Quemoy) ya Taywanê firiya.

Çînê tevî noqîvaneke ji çekên nukleerî barkirî, 10 keştiyên şer jî bo derdora Taywanê bicih bibin erkdar kir.

Taywan: Çîn serweriya me binpê dike

Lîdera Taywanê Tsai Ing-wen di axaftina xwe ya bo gel de, ceribandinên moşekî yên Çînê li derdora gravê weke “çalakiyekî bêberpirsyartî” binav kir û wiha got:

Metirsiya leşkerî li herêmê zêde bûye.

Kiryarên Çînê statukoya li Tengava Taywanê têk dide û serweriya me binpê dike.

Tsai diyar kir ku Taywan li hember gefên Çînê wê serweriya xwe biparêze û bang li Pekînê kir ku “bi aqil û tedbîr tevbigere”.

Amerîka bo Çînê: Em ê statukoyek nû ya bo Taywanê nepejirînin

Rêveberiya DYA’yê ragihand ku tetbîqatên Çînê yên piştî serdanên Pelosi dest pê kirin, hewldanên Pekînê ye ji bo guhertina statukoya li herêmê ye.

Serokê Daîreya Ragihandina Stratejîk a Konseya Ewlehiya Neteweyî ya Amerîkayê John Kirby di daxuyaniya xwe ya ku da de tetbîqatan wek çalakiyên provokatîf bi nav kir û got,

Em ê statuyeke nû qebûl nekin.

Ne tenê Amerîka, wê cîhan jî vê yekê red bike.

Wezîrê Parastinê yê Amerîkayê Lloyd Austin jî ferman da keştiya balafirana şer ji herêmê dernekeve.

Hat destnîşankirin ku fîlo wê bi Japonya û welatên din ên hevalbend re çavdêriya li rewşê bike.

Back to top button