Çalakvanên Hewlêrê: Yekîtiya Kurdan dikare dawî li dagirkeriyê bîne

Şêniyên Başûrê kurdistanê li dijî êriş û dagirkeriya dewleta Tirkî bang li hemû Kurdan kirin ku li hember dagirkeriya Tirk bibin yek.

Şêniyên Başûrê Kurdistanê li dijî dagirkeriya tirk û hevkariya PDK’ê ya bi wan re bihêrsin.

Çalakvanê civaka sivîl Rizgar Umer derbarê mijarê de axivî û got,

“Ji bona ku dewleta Tirk li ser piyan bimîne, siyaseta dîktatoriyê dijî gelê Kurd û mirovahiyê bikartîne.

Dîroka Tirkiyê tijî kumkujîne, ne tenê li dijî gelê Kurd li dijî hemû mirovahiyê ye, dive hemû aliyên kurdî vê yekê bizanibin.”

Welatiyê bi navê Elî Mewlud jî axivî û got,

“Divê Gelê Kurd li hemberî dagirkeriyê û ji bo parastina xaka Kurdisatnê bibin yek.

Ji ber ku dijminê gelê Kurd ti carî nabe dost.

Dewleta Tirk ji ber berjewendî û hedefên xwe, dixwaze hemû xaka Kurdistanê dagir bike.”

Back to top button