PEDERSON LI ŞAMÊ DEST BI DANÛSTANDINÊN “KOMÎTEYA DESTÛRΔ DIKE

Nûnerê navndewletî yê Sûriyê Geer Pederson îro bi rêveberên rejîmê yên li Şamê re danûstandinan dike.

Danûstandinên Pederson derbarê Komîteya Destûrî de ye.

Beriya Şamê jî, Pederson serdana Beyrûtê kir û mijara penaberên Sûrî li Lubnanê bi rayedaran re gotûbêj kir.

Duh di twîteke xwe de Pederson wiha got:

“Ez hêvîdar im ku Komîteya Destûrî bibe despêka pêvajoya prosesa siyasî.”

Derbarê dawîanîna şerê li Idlibê jî, Pederson hêviyên xwe anî ziman.

Her wiha li ser pilansaziya xwe li Şamê, nûnerê navdewletî ji rojnamevanan re ev tişt anî ziman:

“Ez hêvîdar im ku em danûstandinên avaker derbarê pêşxistina prosesa siyasî de bikin û bi taybetî jî avakirina Komîteya Destûrî.”

Li gorî çavdêran, eger rêjîma Sûrî pêşniyarên Geer Pederson bipejirîne, wê civînên Komîteya Destûrî di Îlona bê de dest pê bikin.

Leave a Reply

Back to top button