Ev aloziya li Iraqê yek ji pirsgirêka serke, nelirêtiyên li welatin. Desteya Destpakiyê ya Iraqê ragihand ku têkiliya 280 wezîr û payebilindên taybet bi gendeliyê re hene. Ji van biryara binçavkirina 61 kesan jî hatiye dayîn. Bi xebata tê kirin, hewl tê dayîn nêzî 2 trilyon dînarê Iraqê vegerînin xezîneya hikumetê.
Li gorî daxuyaniya Desteya Destpakiyê ya Iraqê li ser dosyeya gendeliyê lêkolîneke berfireh pêk hatiye.
Desteyê ragihand têkiliya 280 wezîr û rêveberên giştî û payebilindên taybet bi gendeliyê re hene.
Ji vane ji bo 61 kesan biryara binçavkirinê hatiye dayîn.
Di daxuyaniyê de hate gotin: “Me kariye nêzîkî trilyonek û 770 milyar dînarê Iraqê ku di encama gendeliyê de hatiye xerckirin, vegerînin xezîneya Hikumetê.”
Rêveberê lêkolînê yê Desteya Destpakiyê ya Iraqê Kerîm Bedir wiha gor:
“Di şeş mehên borî de 34 hezar gilî li ser dosyaya gendeliyê qeyd kirine.
Ji van 7 hezar û 739 kes bi gendeliyê tên sucdarkirin.
Ji van 39 wezîr û cîgirên wezîrin ku bi gendeliyê tên sucdarkirin.”